Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Nabe mafên destûrî yên gelê Kurdistanê weke karteke zextlêkirina siyasî li dijî Herêmê were bikaranîn

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 11.05.2022yê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî konferanseke rojnamevaniyê lidar xist û derbarê hin mijaran de hin daxuyanî dan û ragihand, nabe mijara mafên destûrî yên gelê Kurdistanê weke karteke zextlêkirina siyasî li dijî Herêma Kurdistanê were bikaranîn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di destpêka civîna rojnamevaniyê de ragihand ku, mijara yekem ku cîhê pirsê ye bo welatiyên Kurdistanê, hilbijartinên Kurdistanê ye, em weke hikûmeta herêma Kurdistanê rijd in li ser lidar xistina hilbijartinan di dema xwe de û bo vê yekê jî tevahiya rêkarên qanûnî yên pêwîst hatine cîhbicîh kirin û hêvî dikim aliyên siyasî jî li ser vê mijarê lihev bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku, mijareke din ku li parêzgeha Silêmanî, Helebce û îdareyên serbixwe yên Germiyan û Raperînê mûçe di dema xwe de nayê dayîn, weke her kes dizane, me di destpêka kabîneya xwe de me diyar kiriye ku hikûmet hikûmeteke Kurdistanî û ya tevahiya pêkhateyane û her vê demê daxwaz hete kirin ku desthilat ji parêzgeh û rayedarên îdareyên serbixwe were dayîn û me ev yek jî pêk anî lê mixabin bernameya hikûmetê weke xwe nehat cîhbicîh kirin û li hin cîhan dahata hikûmetê netenê nehatiye komkirin belkû gelek jî kêm bûye.

Dahatên hikûmet sê cure ne ku yek ji wan ya firotina petrolê ye, ev dahata han li gor bernameyeke taybet ya hikûmetê bi awayeke yeksan li ser tevahiya parêzgehan tê dabeşkirin.

Dahata dudiyan jî ew pereye ku ji aliyê hikûmeta federalî de tê şandin lê mixabin ev para han weke pêwîst bo herêmê nayê şandin lewre car car rastî kêşe dibin.

Dahata sêyan jî dahata navxwe ye, ev dahat dahata navxweye, ev dahata han li parêzgehên Dihuk û Hewlêrê zêde bûye lê mixabin li Silêmanî û cîhên din ev dahat mixabin zêde nebûye û li ser vê mijarê jî aliyên têkildar karên pêwîst di vê warî de nekirine.

Em weke kabîneya 9an ji her kesek zêdetir xemxorên xelkê Kurdistanê ne, lewre me biryar daye daku werin bizanin kêşe û arîşeyên wan çî ne û bizanin sedema nedana mûçeyan li wan deveran çiye?

Mijareke din ku lazime behsa vê were kirin eve ku di demên derbasbûyî de jiber korona û jiber hişke saliyê û di vê dawî de jî jiber şerê Ukraynayê buhayê xwerak û sûtemeniyê li cîhanê giran bûye û ev yek jî bandor li ser bazarên Kurdistanê kiriye. Mixabin hinek alî hewl dan fêde ji wan rewşan bistînin û xwerak û pêdiviyên sûtemenî enbar bikin daku buhayê wan zêdetir giran bibe lê me weke hikûmet rêkarên pêwîst stendine û rê nadin ku ti aliyek buhayê li ser xelkê giran bike û em bi berdewamî hewl didin ku bargiraniya ser xelkê kêm bikin bo nimûne me buhayê elektirîk û sûtemeniyê bo nanevaxaneyan kêm kir daku ev jî nanê giran nekin.

Me li gel hikûmeta fedralî jî li ser vê mijarê giftûgo kiriye û me lihev kir ku lêxweşbûneke gomrukî bo bazirganan hebe daku bikaribin pêdiviyên pêwîst bi erzan hawirdeya Îraq û Kurdistanê bikin. Em li ser vê mijarê berdewam dibin û hewl bo vê yekê didin ku ev bernameya han li Kurdistanê de berdewam be.

Derbarê sûtemeniyê de jî me biryar daye ku ev sûtemeniya ku bo welatiyan lazime li parêzgehên din yên Îraqê ya li welatên din were hawirde kirin bo ku buhayê sûtemeniyê li ser welatiyan giran nebe.

Mijareke din mijara enerjiyê ye di navbera hikûmeta herêm û hikûmeta federalî de, me piştir jî li ser vê mijarê nîqaş kiriye û mixabin hinek car jî tê gotin ku hikûmeta herêmê pêbendî hin tiştan nebûye ev ne raste, me bi berdewamî hewl daye daku kêşeyên heyî yên di vê warî de bi diyalog û di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin û nabe ti aliyek bi awayeke takekesî biryar di şûna gelê Kurdistanê de bide. Em xwedan destûrêne û di destûrê de mafên gelê Kurdistanê hatine diyar kirin û bi ti awayî rê nadin ti aliyekê ku ev destûra han binpê bike.

Mixabin tê gotin ku hikûmeta herêma Kurdistanê bersifa hikûmeta fedralî li ser wan mijaran nedaye, ev ne raste me hem bi awayeke nivîskî û hem jî bi awayeke nivîskî bersifa hikûmeta fedralî daye û tişta girîng bo me berejwendiyên xelkê Kurdistanê ne û têkilî û diyaloga me jî berdewame û em daxwaz ji hikûmeta federalî dikin ku bi rêya diyalogê ev kêşeyên han werin çareser kirin û nabe mijara mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û herwiha mijara enerjiyê weke karteke zext lêkirina siyasî li dijî herêma Kurdistanê were bikaranîn.

Mesrûr Barzanî derbarê tundiya dijî jinan de jî diyar kir ku, bo ku tundiya li dijî jinan li Kurdistanê de nemîne û Kurdistan di vê warî de bibe mînak me rêkarên pêwîst girtine ber û berdewam dibin li ser rêkarên xwe û lazime civak û tak jî di vê warî de werin perwerde kirin û lazime yeksaniya cinsî tişteke ku li Kurdistanê de me pê şanazin û lazime zêdetir were sepandin.

Mijareke din ku dixwazim behsa vê bikim ewe ku di wan demê de me bi vê hesiyane ku hijmareke zêde xelkê kirêcî û hejar û kêmdahat heye, lewre me li gel gelek aliyên têkildar giftûgo kir û biryar  da bo hevkarîkirina wan kesan li seraserê Kurdistanê projeya hevkarî kirina hejar, kirêcî û kêmdahatan, xanî bi qistên demdirêj bo wan werin çêkirin û ev projeya me ya dawî nabe û berdewam dibin li ser cîhbicîh kirina projeyên bi wê rengî.