Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo Balyozê Rûsya: Em ji pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê dilgiran in

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Rûsyayê yê li Bexdayê lbrus Kutrashev civiyan û di hevdîtinê de behsa rewşa Kurdên li Rojavayê Kurdistanê jî hat kirin. Serok Barzanî got ku ew ji pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê dilgiran e.

Îro Sêşema 10.05.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyaElbrus Kutrashev Balyozê Rûsya li Iraqê kir.

Di vê hevdîtinê de ku Oleg Levin Konsolê Rûsya li Hewlêrê amade bû, rewşa siyasiya Iraqê guftûgo kirin û Serok Barzanî ronahî xiste li ser astengiyên li ber proseya siyasiya Iraqê û hewlên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û derbaskirina girift û gefan.

Di beşeke dinê vê civînê de di derbarê rewşa Sûriyê de axivîn û Serok Barzanî têbînî û dilgiraniyên xwe yên di derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê ji bo şanda mêhvan nîşan da.

Peywendiyên Herêma Kurdistan û Rûsya û hemahengiya di navbera herdu aliyan mijareke dinî vê civînê bû.