Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û balyozê Rûsya rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Rûsya li Iraqê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Sêşema 10.5.2022 pêşwazî li balyozê Rûsya li Iraqê Elbrus Kutarshev kir.

Di civînê de ku Konsulusê Giştî yê Rûsyeyê yê li Herêma Kurdistanê Olig Levin jî tê de beşdar bû, guftûgo derbarê rewşa Iraqê û navçeyê hat kirin.

Di mijareke din a civînê de, guftûgo derbarê şerê di navbera Ukrayna û Rûsyeyê de û bandorên wî şerî li ser aboriya cîhan û rewşa jiyana welatiyan hat kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser girîngiya dawîanîna şer û çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalog û danûstandinê kir.