Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Belcîkayê rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 09.05.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Filip Vanden Bulcke Balyozê Balcîkayê li Urdinî û şandeya pê ra kir.

Di civînekê da, pêşvebirina têkeliyên Herêma Kurdistanê digel Beljîkayê, rola Beljîkayê di çawrçoveya hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê da, pêşhatên dawiyê yên rewşa siyasî li Iraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê da hatine gotûbêj kirin.

Herdu aliyan tekezî li ser xurtkirina têkeliya û berfirhkirina warên alîkariyên hevbeş kir û herdu alî hevhizir bûn ku DAIŞê li se asayîşa Iraq û herêmê bi giştî metirsiyeka cidî ye, ji ber vê jî Iraqê hertim pêdivî bi piştevaniya navdweletî heye.

Balyozê Belcîkayê rola Herêma Kurdistanê di berhingarbûna DAIŞê da û qurbanîdanên Pêşmerge bilid nirxand û ji bona vê yekê jî spasiya Herêma Kurdistanê kir û got ku welatê wî Belcîka wek hevbeşek dê bi piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê pabend be.

Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xw ve, li ser navê Herêma Kurdistanê sipasiya Belcîkayê kir ji bo wê piştevanî û hevkariya di şerê dijî Daîşê da kirî û tekîd li ser pêdvîtiya hebûna hevkarî û hevahengiyê di navbera Pêşmege û atreşa Iraqê da, bi taybetî li deverên valahiya emnî heye, kir.

Rewşa Şingalê û koçberbûna xelkê wê deverê ji encamê pevçûn û aloziyên vê dawiyê li wê deverê qewimîn, erk û kar û çalakiyên UNETAD li Iraê, rewşa navxwe ya Herêma Kurfistan û giringiya diyalog û lihevtêgihiştinê, pirsên di warê azadî û azadiya raderbirînê da, Kovîd 19 û berkeftiyên wê, rewşa herêmî bi giştî û çend pirsên din yên aktuel di rojevê da mijarên din yên civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Belcîkayê bûn.