Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serkeftina Macron ji bo Herêma Kurdistanê pir girîng bû

Fransa-KDP.info- Emmanuel Macon di hilbijartina serokatiya Fransa de careke din biser ket. Derbarê wê yekê de jî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa Elî Dolemerî dibêje, biserketina Macron ji bo Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn û ji bo Fransa jî pêngaveke pir girîng bû, ji ber ku haya wî baş ji siyaseta navçeyê û cîhanê heye. Herwiha dibêje, herdem Macron di rojên dijwar de alîkariya Herêma Kurdistanê dikir.

Duhî 24.4.2022 Emmanuel Macron dîsa bû serokê Fransa. Derbarê wê yekê de, Elî Dolemerî ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Biserketina Macron ji bo Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn û ji bo Fransa jî pêngaveke pir girîng bû, ji ber ku haya wî baş ji siyaseta navçeyê û cîhanê heye. Macron gelek caran bi germî pêşwazî li şandên Herêma Kurdistanê kiriye û wî bi xwe jî serdana Herêma Kurdistanê kir. Pêwendî û têkeliyên wî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pir baş in. Serkeftina Macron ji bo Fransa û ji bo cîhanê jî pir girîng e, ew jî ji bo asayişa navdewletî, ji ber ku Fransa xwedî çekên etomî ye.”

Elî Dolemerî wiha domand: “Herdem di demên zehmet û dijwar de Macron û Fransa alîkariya Herêma Kurdistanê kirine û pişta Kurdistanê girtine. Serkeftina Macron herwiha ji bo Yekîtiya Ewropa girîng e. Macron dikare di çarçoveya Yekîtiya Ewropa de ligel Almanya siyaseteke nû ji bo Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê diyar bike.