Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serdaneke dîrokî û pir destkeft ji bo Herêma Kurdistanê

Serdana Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Londonê, serdaneke dîrokî û tije destkeft bû ji bo Herêma Kurdistanê. Lê tişta ku yekî matmayî jê dimîne helwesta neberpirsyarî û qelis a ragihandin û medyayên YNKê ye, ku bi riya zeqkirina çalakiya hejmarek kesên ajawgêr dîsa kîn û hesûdiya xwe li hemberî şanazî û destkeftên Kurdistanê derxistin.

Mixabin YNK li hemberî serwerî û destkeftan ji bo xelkê Kurdistanê destvala ye û rêbazeke şaş û xerakirinê dimeşîne. Serokwezîrê Kurdistanê li ser asteke pir bilind û li welateke pir mezin û bi bandor li ser asta cîhanê hat pêşwazîkirin. Ev yek xwedî giringiyeke pir mezin e ji bo Herêma Kurdistanê, lê li hemberî wê pêşwaziyê YNK piştgîriyê li hejmareke kesên jirêçûyî û têkder dike.

Baş e, şanda Serokwezîrê Kurdistanê berpirsên YNK û Goran jî tê de bûn, çima YNK mecbûr e ku bêşermî dijayetiya serdanekê bike ku di berjewendiya gelê Kurdistanê de be.

Yan eger mebesta wan dijayetiya kesê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye, ew baş dizanin ku çawa YNK memnûn bû ku çenteyê serokwezîr jê re rajê.

Ew lîstika bênirix a ku YNK û medyayên wê dikin, tiştekî ji giringiya wê serdana sitratejîk bo Londonê kê nake û dijatiya hejmareke nezan û têkder û caşên aydyolojiyayên xerabe, nîşana wê yekê ye ku Serokwezîrê Kurdistanê û siyaseta wî çiqasî serkeftî ne û herwiha nîşan dide ku Serokwezîrê Kurdistanê li ser rêyeke dirust e û di vê riyê de biser ketiye.