Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Çekdarên PKKê 2 ofîsên ENKSê şewitandine

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Berpirsekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, çekdarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê 2 ofîsên ENKSê şewitandine.

Newaf Hesen Serkirdeyê ENKSê ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din girûpek ser bi PKKê ve êrîş kirine ser ofîsên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Dirbêsiyê û ew ofîs şewitandine. Gelek caran êrîşî ofîsên me kirine û şewitandine. Hercar û bi hicetekê ofîsên me dişewitînin. Ew çekdarên vî karê dikin ser bi PKKê ve ne.”

Wî berpirsê ENKSê wiha got: “Gelek caran piştî şewitandina ofîsên me, me li ser wan çekdaran gilî kiriye, lê ji ber ku destê PKKê di wan şewitandinan de heye, ew gilî bêencam bûne. Ev yek jî piştrast dike ku çawa PKK ofîsên ENKSê dişewitîne.”

Newaf Hesen wiha domand: “Her ku kirîzek li Rojavayê Kurdistanê çêdibe, û rêveberiya PKKê nikaribe wê kirîzê çareser bike, PKK çekdarên xwe dişîne ser ofîsên me û dişewitîne. Em vê yekê qebûl nakin û daxwaz dikin ku ew kesê ofîs şewitandine werin dadgehkirin.”