Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîra Dewletê ya Brîtanyayê: Em piştevaniyê li Hikûmeta Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 19ê Nîsana 2022yan li Londonê ligel Wezîra Dewletê ya Brîtanyayê bo Karûbarên Asya û Rojhilata Navîn Amanda Milling civiya.

Di civînê de li ser guherîn û geşedanên herî dawî yên Iraqê û hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û derfetên pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a civînê de, çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hemû waran de hat gotûbêjkirin, di vê çarçoveyê de Wezîra Dewletê ya Brîtanyayê bo Karûbarên Asya û Rojhilata Navîn piştevaniya welatê xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê car din anî ziman.