Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Armanca Enfalê qirkirin û şikandina gelê Kurdistanê bû

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta sî û çaremîn salvegera enfalê de peyamek belav kir û tê de got, Armanca Hikûmeta Iraqê ji Enfalê qirkirin û şikandina gelê Kurdistanê bû.

Îro Pêncşema 14.4.2022 di bîranîna 34saliya Enfalê de Serok Mesûd Barzanî li ser hejmara xwe ya taybetî ya li Twittterê peyamek belav kir ku ev jî naveroka wê ye:

“Tawana Enfalê yek ji nemirovanetirîn û tarîtirîn qonaxên dewleta Iraqê ye di sedsala derbasbûyî de ku armanca wê jinavbirin û şikandina gelê Kurdistanê bû.

Pêwîst e û erkê Hikûmeta Iraqê ye ku qerebûya qurbaniyên wê tawana mezin bike ku li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin.”