Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîrê Derve yê Amerîka êrişa terorîstî ya ser Hewlêrê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê derve yê Amerîka telefona Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û êrişa terorîstî û mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken telefona Mesrûr Barzanî kir û êrişa terorîstî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û Mesrûr Barzanî û Blinken li ser wê yekê hevnerîn bûn ku êrişa han binpêkirina berçav a serweriya Iraqê ye.

Wan di berdewamiya pêwendiya telefonî de tekezî li ser wê yekê jî kirin ku divê rûbirûyê wan propaganda û gotegotên nerast bin ku van salên dawiyê tên belavkirin û hinek caran dibin behaneya êrişên li ser Hewlêrê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya wezîrê derve yê Amerîka kir ku êrişa terorîstî ya li ser Hewlêrê şermezar kiriye û jê daxwaz kir ku Amerîka zêdetir piştevaniya Herêma Kurdistanê bike.