Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî çû serdana Kurdistan24 û wan cihan ku ji ber êrişa mûşekî zirar dîtibûn

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana cihên ku ji ber êrîşa terorîstî ya şeva borî zirar dîtine, kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî vê êvarê serdana avahiya televîzyona Kurdistan24 û wan deverên bajarê Helwêrê kir ku di encama êrîşa terorîstî ya şeva borî de de zirar dîtibûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya karmendên kanalê kir û got: “Ez destxweşî li we dikim, duh min temaşe dikir, ku min dît bername ranewestiyan û hûn hemû vegeriyan ser îş û karên xwe, ev cihê destxweşiyê ye û tiştê girîng ew e ku serê we silamet be û hûn silamet bin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez bi we şanazî dikim, ji ber ku we çok dananî û hûn di weşana xwe de berdewam bûn, destê we sax be.”