Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî li ser êrîşa mûşekî ya Hewlêrê daxuyaniyek da û ragehand, Hewlêr li hember Holako yên berê berxwedaye, dê li hember Holako yên nû jî berxwe bide û xwe naçemîne.
Peyama Serok Barzanî waha ye:
“Bi navê xwedayê bexşîner û mîhreban
Pir bi tundî êrîşa tirsonekî ya şeva borî li ser Hewlêrê şermezar dikim û ew tewaneke li dijî mirovahiyê.
Bi derew û berevajî kirina neyaran ve jî rastî, heqîqet û niyeta wê êrîşê nayê veşartin.
Em diyar dikin ku çawa Hewlêrê li hember Holako yên kevin berxwedaye, li hember Holako yên nû jî dê berxwe bide û xwe naçemîne.
Daxwazê li gelê Kurdistanê dikim li hember wan êrîşan berxwedêr bin.
Mesûd Barzanî
13.03.2022”