Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hatina çekdarên Zindana Xiwêran bo Iraqê tirs li ser navçeyên Kurdistanî zêde kiriye

Hewlêr-KDP.info- Seroka Komîteya Navçeyên Kurdistanî yên Dervey Îdareya Hikûmeta Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî ragihand ku vebûna Zindana Xiwêran li Sûriyê bandor li ser rewşa Iraqê û navçeyên Kurdistanî kiriye û niha tirs li ser navçeyên Kurdistanî zêde bûye.

Ciwan Rojbeyanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Vebûna Zindana Xiwêran li Rojavayê Kurdistanê tirs li ser navçeyên Kurdistanî çêkiriye û ew çekarên ku ji zindanê revyane û bi dizî hatine Iraqê xeter in li ser rewşa ewlehiyê û hiştine çekdarên DAIŞê li Iraqê bihêz bibin.”

Rojbeyanî wiha got: “Rewşa wan navçeyên Kurdistanî berê aloz bû û gelek hêzên cuda li wan navçeyan hebûn, lê mixabin niha tevgera DAIŞê gelekî zêde bûye û bi hatina çekdarên DAIŞê ji Sûriyê bû Iraqê tirs û xeter zêde bûye.”

Ciwan Rojbeyanî wiha domand: “Herêma Kurdistanê gelek hewl daye ji bo ku rewşa navçeyên Kurdistanî baş bike û çend rêkeftin kiriye, lê heya niha ew rêkeftin nehatine bicîhanîn.”