Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Kerkûkê metirsî ji dagîrkirina erdê 2 hezar cotyarên Kurd heye

Kerkûk-KDP.info- Hersal cotyarên Kurd li Kerkûkê di dema ajotina erdên xwe de ji aliyê Erebên ku hatine Kerkûkê ve, rastî astengî û pirsgirêkan tên. Berpirsekî Kerkûkê jî dibêje, rêveberiya niha ya Kerkûkê piştgiriya Erebên şovînî dike ji bo dagîrkirina erdên Kurdan.

Cêgirê Berpirsê Encûmena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan a PDK Diyarî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew Erebên ku di dema rêjîma Beis de bi çek û bi zorê destê xwe danîbûn ser erdên Kurdan, niha jî wek berê bi piştgiriya rêveberiya Kerkûkê dixwazin dîsa erdê Kurdan ji wan bistînin û ji xwe re bibin.”

Li gorî zanyariyên malpera KDP.info metirsî li ser 2 hezar perçe erdên Kurdan heye ku were dagîrkirin.

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Piraniya wan Erebên şovênî piştî azadkirina Iraqê xwe wek koçber nivîsandine û piştî ku hatin tawîzkirin û qerebûkirin vegeriyan cihên ku jê hatibûn, lê niha dîsa vegeriyane Kerkûkê û dagîrkarî destpê kiriye.”

Diyarî Husên wiha domand: “Dema deselata Kurdî li Kerkûkê nema, metirsî ket û dikeve ser Kurdên wan navçeyên derdora Kerkûkê, ji ber ku ew Erebên ku erdên Kurdan dagîr dikin, piştgîriya wan heye ji aliyê leşkerî û îdarî ve û alîkariya wan tê kirin, ev jî xebareke din e ji bo bi erebkirinê. PDK hertim pişta cotyarên Kurd û xelkê navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 digre û em bi riya nûnerên xwe li Bexdayê hewl didin ji bo bidawîhatina proseya bi erebkirinê.”