Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PKK û Heşda Şeibî riya Iraqê ji çekdarên DAIŞê re vekirine

Şingal-KDP.info- Berpirsê PDKê li Şingalê Aştî Koçer ragihand ku beşek ji wan çekdarên ku ji sînorê Sûriyê tên nava axa Iraqê bi hinek pere çekdarên PKK û beşek ji hêzên Heşda Şeibî alîkariya wan dikin.

Aştî Koçer Berpirsê Şaxa 17 ya PDKê li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Şingalê ji çend aliyan ve aloz e, ji ber ku çend aliyên ser bi Heşda Şeibî û PKK destê xwe danîne ser Şingalê û nahêlin Hikûmeta Iraqê xwedî ti deselat be.”

Aştî Koçer wiha got: “Piştî aloziya zindana Xiwêran a Hesekê, metirsî zêde bûye, ji ber ku hinek hêzên ser bi Heşda Şeibî û çekdarên PKKê li sînorê di navbera Iraq û Sûriyê hêsankariyê ji bo çekdarên DAIŞê dikin ku derbasî nava axa Iraqê bibin. Beşek ji wan çekdaran hatine girtin û di zindanên Iraqê de ne û mikur hatine ku derbasî nava axa Iraqê bûne piştî ku hinek pere dane çekdarên PKKê û hinek hêzên ser bi Heşda Şeibî ve.”

Wî berpirsî PDKê wiha domand: “Eger rewşa Şingalê neyê başkirin, dê karesatên zêdetir çêbibin. Lewma hebûna wan hemû hêzên cuda li devera Şingalê wek bombekê ye û her demekê ew bomb biteqe dê karesat çêbibe û mixabin her ku diçe metirsî zêdetir dibin, lewma pêwîst e Hikûmeta Iraqê bi erkê xwe rabe.”