Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bîrhatinek bi helkefta oxira Idrîs Barzanî

Parlemanter: Jiyan Tahir Zêwey

Ji rewişt û tîtalên herciwan ên ku hinek ji rêberên miletan pê dibin hêma û sembol û mînakên serkirdeyên xuştevî û serkeftî di nava miletê xwe de, dilsozî, paqijî û xemxwarina wan e li himberî miletê xwe. Mînakeke herî serkeftî ji bo vê yekê Kak Idrîs Barzanî bû ku xwedî rewişteke bilind û kesayetiyeke dilsoz bû û hertim alîkar û piştgirê xelkê xwe bû, nexasim ji bo şoreşgêr û xebatkar û koçberan, ku ti carî kêmasî nedikir. Ez dixwazim wek mînak vê bîrhatina taybet a malbata xwe bêjim:

- Em wek bi hezaran malbatên Kurd piştî şikestina sala 1975ê koçberî Îranê bûn û li bajarê Tebrîzê bicîh bûn. Şoreşgêr û xwedî bawerî bo rêbaza pîroz di destpêka koçberiyê de û di germahiya bêhêvîbûnê de li hicetekê digeriyan ku dilê xwe pê xweş bikin û baweriyekê ji xwe re çêbikin ku şoreş dê berdewam be. Rojnameyeke Îranî di wan rojan de gotarek li ser bizava Kurdî û Barzaniyê nemir ligel wêneyekî wî belav kiribû. Bavê min (Tahir Zêwey) û komek Kurdên ku koçber bibûn li Tebrîzê li cihekî kom bibûn û tevî ku nizanîbûn wê rojnameyê bi çi şêweyî behsa şoreşê û Barzaniyê nemir kiriye, lê dîsa jî bi dîtina wêneyê bavê ruhî yê neteweya Kurdî gelekî dilxweş bibûn û bi hêvî û omêd digotin rêbaza wî dê berdewam be.

Lê mixabin her wek çawa caş û xwefiroş di dîroka Kurdan e egerên sereke yên şikestin û bêhêvîbûna gelê me û serkeftina dijmin bûne, di wê rojê de jî Kurdek di nava wê komê de hebû ku beriya sala 1975ê çûbû Îranê û baş zimanê Farisî hîn bibû. Wî li şûna ku ji bo hevalên xwe behs bike ka di rojnameyê de çi li ser şoreşê û Barzaniyê nemir hatiye gotin, sivkatî bi kêfxweşiya bavê min û hevalê wî kiriye û gotiye: “Vêca çi ye, her kesek pereyan bide rojnameyê dê wêneyê wî belav bike. Barzanî û şoreşa wî jî bi tenê bûn sedema malwêranî û koçberiya we. Keyfa xwe neynin. Çi şoreş nema..”

Vê gotina wî zilamî di nava koma hevalên bavê min de, ku piraniya wan pêşmergeyên Şoreşa Îlonê û mirîdê rêbaza Barzanî bûn, hêrseke mezin li cem bavê min çêkir û di cih de lê da û ew birîndar kir. Rabû wî zilamî çû li cem Hikûmeta Îranê gilî kir û ji wan re got, Tahir Zêwey sîxwirê Amerîka ye û ji ber ku min bi xerabî behsa Amerîka kir, li min da û ez birîndar kirim.

Lewma Hikûmeta Îranê, bê ku xeberekê bide me, bavê min girtibû û dayika min hizir dikir ku ew bi şev li mala hevalekî maye û nizanîbû çi bi serê wî hatiye. Hevalên rehmetiyê bavê min bê ku ji dayika min re bêjin, bilez xwe gihandibûn rehmetî Kak Idrîs û behsa mesela bavê min jê re kiribûn. Piştî 2 rojan bavê min hat berdan û vegeriya malê. Dayka min digot ew gelekî westiya bû û gelekî hatibû eşkencekirin û serçav û gelek cihên laşê wî birîndar bûn. Dayka min nizanîbû mesele çi ye heya ku hevalên wî hatin serdana wî û silavên rehmetî Kak Idrîs gihand wî û diyariya Kak Idrîs pêşkêşî bavê min kirin. Hingî dayka min nas kir ku hevjînê wê bi giliyê xwefiroşan û ji bo tawanek nekirî hatibû girtin û hewl û bizavên Kak Idrîsê Canemerg di 48 saetan de hatibû azadkirin.

Kak Idrîs rêberek û şagirtekî rêbaza Barzanî ya pîroz bû, herwek cenabê lêvegera Kurdan Serok Mesûd Barzanî jî di yadaşta xwe de bi vî awayî behsa wî dike û dibêje: “Ew xemxwirê hejaran û lêqewmiyan bû û mînak û sembola rewişt bilindî bû û mînaka dilsozî û paqijî û rastiyê bû.”

Hezar silav li giyanî paqij ê Kak Idrîsê herdem sax û li giyanê hemû şehîdên riya azadiyê û serkarwanê wan Barzaniyê nemir bin. Giyanê wan şad, gorên wan pirnûr û rêbaza wan berdewam be.