Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Swîsrayê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pênçşema 20.1.2022an pêşwazî li Balyozê Swîsra Iraq û Urdinê Lukas Gasser û şanda pê re kir ku ji Emmanê ve karên xwe birêve dibin.

Di civînê de pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Swîsra hate nirxandin, ji bo vê mebestê jî tekez li ser girîngiya vekirin û destbikarbûna Balyozxaneya li Bexdayê kirin, her wiha behsa proseya siyasî û rewşa Iraqê bi giştî kirin.

Herdu alî hevnêrîn bûn ku firehiya neteweyî û olî ya li Iraqê dewlemendî ye û girîng e Iraqî ji bo proseya siyasî ya welat bigihin têgihiştina hevbeş û hikûmeta nû û proseya siyasî bi giştî komker û li xizmeta aramiya siyasî û berjewendiya Iraqê û hemû pêkhatên wê û li asta gefên li pêşiya wê da be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku girîng e li Iraqê aramiya siyasî hebe û rêyek ji bo bi hev re kar kirin û hevbeşiyê bê peydakirin û kêşe bêne çareserkirin, bi taybetî kêşeyên Hewlêr – Bexda ku îrade û biryara siyasî jêre pêwîste, her wiha pêgirî bi destûrê bêkirin û federalî biçespê, civaka navdewletî jî li piştevanîkirina Iraqê de berdewam be.

Rewşa navçeyê bi giştî û peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên hevsû û cîran û navçeyê û çend pirseke girîng û hevbeş, mijarên din ên hevdîtinê bûn.