Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û balyozê Swîsra li Iraq û Urdinê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 19ê Çileya 2022yan pêşwazî li Balyozê Swîsra yê li Iraq û Urdinê Lukas Gasser kir.

Di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraq û hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Swîsrayê hat gotûbêjkirin.

Balyozê Swîsra yê li Iraq û Urdinê spasiya hevkarî û hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel balyozxaneyê kir û amadebûna welatê xwe jî ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan û handana hatina kompaniyên Swîsreyê bo Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser çaksaziyên kabîneya nehem ber bi hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahat û derfetên sûd wergirtina ji ezmûna serkeftî ya welatê Swîsrayê ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê di hemû waran de.