Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Jidestdana Şêx Şamo ziyaneke mezin e

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Şêx Şamo peyameke sersaxiyê ji malbata rehmetî re şand.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyar ê Kurdistanê û Serokê Desteya Bilind a Binkeya Laleş (Şêx Şamo) bihîst.

Şêx Şamo kesayetiyeke Kurdperwer û niştimanperwer bû ku xizmeteke zêde bi doza xwişk û birayên Êzîdî û pêkvejiyan û aştevayiyê kiriye û ji destdana wî ziyaneke mezin e.

Sersaxiyê li malbat û kesukar û nas û hevalên wî û li Binkeya Laleş û tevahiya xwişk û birayên Êzîdî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im rihê rehmetî Şêx Şamo bi beheşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.

Mesûd Barzanî
18.01.2022”