Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 18.1.2022an pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî ya Hezên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Karl Harris kir.
Di civînê de, rewşa giştî ya Iraqê û rûbirûbûna gefên terorê hatin guftûgokirin.
Cîgirê Fermandarê Giştî ya Hezên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê piştevaniya hêzên Hevpeymanan ji hêzên Pêşmerge re di rûbirûbûna teroristên DAIŞê dubare kir û amaje bi wê da ku DAIŞ hîn gefeke rasteqîne ye li ser ewlehî û aramiya Iraq û Sûriyê.