Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Aloziya di navbera PKK û hêzên Iraqê de metirsî li ser Şingalê çêkiriye

Şingal-KDP.info- Ev 3 roj in ku hêzeke mezin ji Iraqê li Şingalê bicîh bûye û di rewşa amadehiyê de ye û fermanarekî Pêşmergeyên Şingalê jî dibêje, alozî di navbera PKK û hêzên Iraqê de çêbûye û metirsî li ser Şingalê heye.

Fermandarê Pêşmergeyên Şingalê Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev çend roj in ku li sînorê Şingalê alozî derketiye û sebeba wê aloziyê jî ew e ku PKK dixwaze rêveberiya Şingalê bixe destê xwe û hertişt di destê wan de be. Vê yekê jî alozî di navbera wan û Hikûmeta Iraqê de çêkiriye û Hikûmeta Iraqê hêzeke mezin aniye Şingalê.”

Qasim Şeşo wiha got: “Ew hêzên ku li Şingalê bicîh bûne, hêzên nû yên Iraqê ne û jibilî navenda Şingalê li piraniya nahiye û komelgehên Şingalê bicîh bûne û di rewşa amadehiyê de ne.”

Şeşo wiha domand: “Rewşa Şingalê bi xwe aloz e û PKK bi xwe aloztir kiriye, ku dixwazin kêşe û pirsgirêkan bikşînin nava Şingalê. Eger rewş çareser nebe û neyê kontrolkirin, bêguman dê bighê asta pevçûnê di navbera wan hêzên ser bi PKKê û hêzên Iraqê de û ev yek metirsiyê li ser Şingalê çêdike.”