Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Di rojeke weke îro de Pêşmerge bi fermana Serok Barzanî çûn Kobanî

Hewlêr-KDP.info- Di rojeke weke îro de, hêzeke Pêşmerge bi fermandariya Hêza Piştevaniya 1, bi fermana Serok Barzanî ber bi Kobanî ve birê ketin û li ser destê wan Kobanî hat rizgarkirin.

Raîd Rizgar Behram ji Fermandeya Hêza Piştevaniya 1 ku di şerê rizgarkirina Kobanî de beşdar bibû, ji malpera KDP.info re ragihand: “Di rojeke weke îro 15.1.2015 de hêzeke Pêşmerge ji Fermandeya Hêza Piştevaniya 1 ku ji 150 pêşmergeyan pêk hatibû, bi fermana Serok Barzanî û bi fermandariya Sîhad Barzanî, em ber bi Kobanî ve birê ketin. Di serî de em li Frokxaneya Urfa daketin û ji wir em bi otomobîlê çûn Sirûçê li ser sînorê Kobanî û ji wir saet 02:00 şev em derbasî nava Kobanî bûn. DAIŞ zanîbû ku em herin Kobanî lewma kemîn ji me re danîbû. Lê me riya xwe guhert û em bi selametî gihîştin Kobanî.”

Raîd Rizgar Behram wiha got: “Şeva ku em gihan Kobanî û bû şer, ku dixwestin derbeyekê li Pêşmerge bidin. Tenê çend tax li Kobanî mabûn û dê ew jî ketibana destê DAIŞê, lê me karî Kobanî bi temamî û girê wê yê sitratejîk (Miştenûr) rizgar bikin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Em 46 rojan li Kobanî man û Kobanî heya Çemê Ferat hat rizgarkirin û piştre erkê me bi dawî hat û em vegeriyan Herêma Kurdistanê. Mixabin pêşmergeyekî me li Kobanî şehîd bû û navê Zêrevan Ekrem Mizûrî bû.”

Raîd Rizgar Behram wiha domand: “4 wecbe ji Pêşmerge çûn Kobanî û di şerê azadkirina Kobanî de beşdar bûn, ku hejmara wan 600 Pêşmerge bûn, ku ligel çek û teqemeniyan çûbûn Kobanî.”