Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî ligel parlamenterên PDKê li Iraqê civiya

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel Frakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di Encûmena Nûnerên Iraqê de civiya.

Îro Pêncşema 13.1.2022 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî ligel Frakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê di Encûmena Nûnerên Iraqê de civiya.

Di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî pîrozbahî li seroka frakisyonê û berdevka frakisyona PDKê di Encûmena Nûnerên Iraqê de kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest di erk û karên wan de.

Her di vê civînê de, Serok Barzanî derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên siyasî de şîret û rêkarên pêwîst da amadebûyên civînê.