Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokratîk a Kurdistanê serok û berdevka frakisyona xwe li Parlamentoya Iraqê diyar kir.
Îro 13.01.2022yê endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Şiwan Kelarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Seroka frakisyona PDKê li Parlamentoya Iraqê dê Viyan Sebrî be, berdevka frakisyona PDKê jî dê Viyan Dexîl be.”
Şiwan Kelarî derbarê postên din ên nav fraksiyona PDKê de jî ragehand: “Di qonaxa pêş de û piştî proseya helbijartina serokomarê Iraqê, cîgir û biryarderê fraksiyona PDKê jî dê bên diyar kirin.”