Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlamentera PDKê: Serok Barzanî ji me re got li Bexdayê kar ji bo mafên gelê Kurdistanê bikim

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 13.1.2022 Serok Mesûd Barzanî ligel parlamenterên PDKê yên li Parlamentoya Iraqê civiya û parlamentereke PDKê jî dibêje, Serok Barzanî em şîret kirin ku li Bexdayê heya ji destê me were em kar ji bo mafên gelê Kurdistanê bikin.

Yadgar Mehmûd Parlamentera PDKê li Iraqê ji Malpera KDP.info re ragihand: “Em wek Frakisyona PDKê di Palamentoya Iraqê de îro di xizmeta Serok Barzanî de bûn û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî kêfxweşiya xwe nîşan da bi destpêkirina civînên Parlamentoya Iraqê û behsa rewşa niha ya Iraqê kir. Serok Barzanî got, pêwîst e parlamenterên PDKê li Bexdayê nûnerê rastî yên xelkê Kurdistanê bin.”

Wê parlamentera PDKê wiha got: “Serok Barzanî em şîret kirin ku li Bexdayê heya ji destê me were em kar ji bo mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bikin, çi mafên netewî û çi jî mafê budce û para Herêma Kurdistanê ji mafên darayî. Serok Barzanî herwiha tekez kir ku ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê çi ji dest were dê bikin.”

Yadgar Mehmûd wiha domand: “Peyameke din a Serok Barzanî ji bo parlamenterên PDKê ew bû ku li Parlamentoya Iraqê em nebin alîgirê ti kes û aliyekî, û nêzîkî wan aliyan bibin ku mafên gelê Kurdistanê nas dikin. Serok Barzanî ligel avakirina hikûmetekê ye ji bo Iraqê ku destûr bike bingeh ji karê xwe re.”