Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li birêz Aydin Me’rûf kir

Îro çarşem 12.01.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefoniyê da li gel birêz Aydin Me’rûf Wezîrê Karubarê Pêkhatan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî ya dayika wan, pirse û serxweşiyê lêkir.

Rêzdar ji bilî derbirîna hevxemiyê, hêvî xwest xwedayê mezin giyana xwedê jêrazî bixe ber himbêz û dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi malbat û kesukarên wan bibexşê.

Ji aliyê xwe ve birêz Aydin Me’rûf, spas û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî û hevbeşiya wan ya li xem û sersaxiya wan da derbirî.