Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Mesûd Tek Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa Kurdan û ya hizib û aliyên siyasî yên Kurdî li Tirkiyê gotûbêj kirin.
Îro Yekşema 9.1.2022 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke partiya Sosyalist a Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Tek kir.
Di wê hevdîtinê de Serok Barzanî û şanda mêvan gotûbêj kirin derbarê rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa Kurdan û ya hizib û aliyên siyasî yên Kurdî li Tirkiyê û pêwendiyên di navbera wan de.
Her di wê hevdîtinê de, tekezî li ser berdewamiya karê siyasî û karê sivîl û peyama aştîxwazî ya aliyên Kurdî li Tirkiyê hat kirin.
Herwiha pêwendiyên di navbera PDK û Partiya Sosyalist a Kurdistanê de mijareke dinî vê hevdîtinê bû.