Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

43 sal bi ser hewla terorkirina Serok BarzanĂ® de derbas dibe

Hewlêr-KDP.info- Îro 8.1, 43 sal bi ser hewla terorkirina Serok Barzanî de li paytexta Nemsayê derbas dibe, ku sîxwirên rêjîma Sedam ew hewl dabûn.

Pişta niskoya sala 1975 deselatên Iraqê ji serkirdeyên PDKê ditirsan û ji hemû aliyekî ve êrîş dikirin ser serkirdeyên PDKê û di rojeke weke îro de beriya 43 salan 8.1.1979ê sêxwirên rêjîma Iraqê hewl dan ku Serok Barzanî teror bikin û di encamê de hewlên wan biser neketin, lê Azad Berwarî û Dr. Pîrot Birîndar bûn.

Pisporên siyasî û dîrokî dibêjin, wê demê Viyêna navendek bû ji bo çalakiyên siyasî yên PDKê û xwerêxistinê, bi taybetî jî piştî niskoya Îlonê, hevdem navendeke giring bû ji bo xwendekar û têkoşerên PDKê.

Herwiha dibêjin, wê demê rêjîma Iraqê hizir dikir ku armanca wan bicîh hatiye û Serok Barzanî hatiye terorkirin, û nizanîbûn ku pilana wan biser neketiye.

Herwiha dibêjin, çûna Serok Barzanî bo Viyêna ji bo wê yekê bû ku xebat û têkoşîna gelê Kurd piştî niskoya Şoreşa Îlonê berdewam bike û PDK birêxistin bike