Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û şanda Hudapar rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa aliyên Kurdî yên wî welatî gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Hudapar kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa aliyên Kurdî yên wî welatî gotûbêj kirin.

Îro Şemiya 08.01.2022 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Partiya Doza Azad (Hur Dawa Partisi) Hudapar ya bi Serokayetiya Zekeriya Yapicioglu Serokê Giştî yê Hudaparê kir.

Di hevdîtinê de şanda mêhvan pîrozbahiya serkeftina hilbijartina Cotmeha derbasbûyî ya Encumena Nûnerên Iraqê li PDP kir û di heman demê de jî hevxemiya xwe ji bo malbatên şehîdên vê dawiyê ya şerê DAIŞê û ziyanberketiyên lehiya Hewlêrê bi Serok Barzanî ragihand.

Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa aliyên Kurdî yên wî welatî hat gotûbêjkirin.

Pêşxistina peywendiyên di navbera herdu aliyan mijareke dinî vê hevdîtinê bû.