Hewlêr-KDP.info- Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser proseya danûstandina ligel hêz û aliyên siyasî yên Iraqê daxuyaniyeke hevbeş belav kir.
PDK û YNKê di daxuyaniya hevbeş de diyar kir; îro piştî nîvro, şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiyan.
Di civînê de piştî gotûbêj û danûstandinên fikr û ramanan, herdu aliyan lihev kirin ku PDK û YNK bi hevre bi şandeke hevbeş û Kurdistanî tevlî proseya danûstandinê ligel hêz û aliyên siyasî yên Iraqê bibin, ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Federal. Herwiha ji bo vê mebestê jî kaxiza karê hevbeş hatiye amadekirin.