Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya Pêşmerge dikin û dê berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji malpera KDP.info re ragihand, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniyê li Hêzên Pêşmerge dikin û tekez dikin ku ewê berdewam bin li ser hevahengî û alîkariya Pêşmerge.

Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hişyariya Netewî li Wezareta Pêşmerge Emîd Usman Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Ti erkeke serbazî yê Hevpeymanan li Iraqê nemaye û erkê wan bûye tenê şêwirmendî û logestîk û danîna bernameyên serbazî. Lê ew bi xwe berdewam behsa hebûna hevahengiyê dikin ligel Hêzên Pêşmerge û ew hevahengî û têkelî ligel Pêşmerge di warê reform û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge ne û herwiha di warê logestîk û perwerdeya leşkerî ne.”

Emîd Usman Mihemed wiha got: “Ji ber giringiya rola Pêşmerge li eniyên şerê li dijî terorîstên DAIŞê, Kongreya Amerîka biryar daye ku ji budceyê sala 2022 yê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka budceyek ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî were diyarkirin,”

Ji aliyê xwe ve, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji malpera KDP.info re ragihand: “Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniyê li Hêzên Pêşmerge dikin û di civînê xwe de ligel me tekez dikin ku ewê berdewam bin li ser hevahengî û alîkariya Pêşmerge. Em jî spasiya wan dikin û ji wan re dibêjin ku divê di vê qonaxê de em bihevre rûbirûyê DAIŞê bibin. Ji bo wê yekê jî me daxwaza balafirên (Dronên Êyro Vayronênt RQ20) me kiriye, lê heya niha neghane me. Armanca me ji wan balafiran ew e ku em tevgera terorîstên DAIŞê bibînin û metirsiya wan li ser çeperên Pêşmerge kêm bikin.”