Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî Sersal pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya hatina sala nû belav kir û tê de got, nabe êdî hewla piştguhkirina pêkhatên Iraqê di hukimraniyê de were dayîn.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi boneya serê sala nû ya zayînî pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û malbatên şehîdan ên serbilind û Pêşmergeyên qehreman dikim.

Hêvîdar im sala nû ji bo gelê me destpêka qonaxeke nû be, ji bo baştirbûna rewşa xelkê û pêkanîna aramî û pêşketinên zêdetir.

Bi pêwîst dizanim ku spasiyên xwe pêşkêşî Hêzên Pêşmerge û dezgehên emnî û hemû xelkê Kurdistanê bikim ku herdem bi qurbanîdan û xweragiriya xwe, li hemberî gef û teror û dorpêçan de rawestiyan û parêzgeriyê li Kurdistanê kirine. Erkê ser milê hemû dam û dezgeh û aliyên siyasî ye ku di asta qurbanîdana gelê me de bin û pêkve û bi himmeta hemû aliyekî em parêzgeriyê li destkeftan û mafên xelkê Kurdistanê bikin.

Hilbijartina Cotmeha derbasbûyî ya Encûmena Nûnerên Iraqê, hilbijartineke baş bû û encamên wê jî nîşana xwest û îradeya welatiyan bû.

Piştî pejirandina encaman ji aliyê Dadgeha Federalî ve pêwîst e pêngav û nerîtên destûrî yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê û dezgehên din bileztir bêne bicîhkirin û geşbûn û xizmetguzarî û maf û xwesta welatiyan û hemû pêkhatên Iraqê bibe ewlewiyeta bernameyên hikûmeta nû. Ew jî di çarçoveya bicîhkirina hersê prensîpên hevbeşî, lihevkirin û hevsengiyê di hukimraniyê de.

Di heman demê de jî nabe êdî hewla piştguhkirina pêkhatên Iraqê di hukimraniyê de were dayîn.

Bi boneya serê sala 2022 ya zayînî, em careke din tekeziyê li ser peyama aştiyane û çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin û pêwîst e hemû aliyek bi başî wê yekê nas bike ku Iraq û navçeya me êdî xwe li ber kêşe û tundutîjî û teror û tundrewî û nearamiyê nagrê.

Erkê civaka navdewletî ye jî ku ji bo parastina aştî û dadperwerî û asayîşê sebebeke alîkar be, bo ku êdî zêdetir gelên navçeyê û xelkê bêguneh rastî êş û wêrankariyê nebin.

Di sala nû de bi hêviya wê yekê me ku aştî û pêkvejiyan li ser navçeya me bicîh were û hêviya xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistanê dixwazim. Ji xwedayê mezin hêvîdar im gelê me ji hemû nexweşî û êş û karesatan dûr be.

Mesûd Barzanî
31.12.2021