Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im sala nû sala bidawîhatina rojên dijwar û berdewamiya pêşketina Kurdistanê be

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya sala nû ya 2022an, peyama pîrozbahiyê belav kir û tê de got, hêvî dikim sala nû sala bidawîhatina rojên dijwar û berdewamiya karwana pêşketinê ya Kurdistanê be.

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Bi boneya sersala nû ya zayînî 2022an gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî cenabê Serok Barzanî, tevahiya welatiyên Kurdistan, pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekarî û kesûkarên serfiraz yên şehîdan dikim. Hêvî dikim sala nû hilgira xêr, xweşî û sala kameranî û dawî hatina tevahiya nexweşî, kirîz û karesatan be.

Sala derbasbûyî tevî çend kirîzên darayî û astengiyên çêkirî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya hewlên xwe bo zalbûn bi ser astengiyan û berbestan û domandina prosesa reforman bi tevger kir û bi hemahengî li gel kerta taybet jî, çend projeyên girîng yên di warê bihêzkirina jêrxana abûrî li seranserê Herêma Kurdistanê cîhbicîh kiriye.

Em hêvî dikin bi hevkariya tevahiya aliyan di sala nû de jî bikaribin bi awayekî baştir xizmeta welatiyên Herêma Kurdistanê bikin û projeyên nû cîhbicîh bikin. Li vir lazim dibînim ji ber berxwedanê spasiya xelkê Herêma Kurdistanê bikim ku fêmkirina wan bo rewşa dijwar ya darayî hebû.

Hêvî dikim sala nû sala dawî hatina rojên dijwar û berdewamiya karwana pêşketinê ya Kurdistanê be.

Herwiha mixabên sala derbasbûyî, çendîn karesatên xwezayî û rûdanên nexwestî qewmîn ku zirarên canî û madî li pey xwe anî bûn, çend pêşmergeyên qehreman jî di şerê rûbirû bûna terorîstên DAIŞê û berevanî kirin ji xaka Kurdistanê de şehîd bûn. Di vê minasebetê de bi rêzdarî ve tevahiya wan bi bîr tînin û hertim di bîra me de ne.

Sala nû li tevahiya we pîroz be û Kurdistan jî hertim awedantir û bihêztir be.

 

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”