Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ji bo yekgirtina hêzên Pêşmerge îsal pêngavên baş hatine avêtin

Hewlêr-KDP.info- Li gorî dîvdeçûneke malpera KDP.info proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge îsal qonaxeke baş avêtiye û berpirsekî wê wezaretê jî dibêje, di 6 mehên derbasbûyî de gelek kar ji bo yekgirtina hêzên Pêşmerge hatiye kirin.

Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge Lîwa Qareman Kemal ji malpera KDP.info re ragihand: “Çaksazî û rêxistina Pêşmerge berdewam e û hêzên ku li dervey Wezareta Pêşmerge ne dikevin ser wezaretê. Di 6 mehên derbasbûyî de 4 lîwayên din ên Pêşmerge tevlî Wezareta Pêşmerge bûn, ew jî lîwayên 15, 17, 18 û 19 ne. Herwiha 2 lîwa ji hêza 70 û 2 lîwa jî ji yekeya 70 hatine ser Wezareta Pêşmerge.”

Lîwa Qareman Kemal wiha got: ”Proseya yekgirtina Pêşmerge û çaksaziyan dê berdewam be û herdu hêzên 70 û 80 dibêjin em dixwazin bikevin ser Wezareta Pêşmerge.”