Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Pêwîstiya Iraqê bi mana hêzên Amerîka heye

Bexda-KDP.info- Nûnerê herdu Wezaretên Navxwe û Pêşmerge di Fermangeha Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Lîwa Ebdulxaleq Telat dibêje hêzên Amerîka dê li Iraqê bimînin û venakşin û em jî ligel mana wan in, ji ber ku pêwîstiya Iraqê bi mana hêzên Amerîka heye.

Lîwa Ebdulxaleq Telat ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Amerîka yên ku şerker in hemû ji Iraqê çûne, lê hêzên din ên Amerîka wek şêwirmend û hevkarê hêzên Iraqê û Pêşmerge, ku nêzîkî 2 hezar û 500 serbaz in, li Iraqê mane û venekişyane û dê berdewam jî bin. Ew jî li gorî rêkeftina di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Amerîka. Lewma çûna hêzên Amerîka bi temamî ji Iraqê nerast e. Ji ber ku rewşa ewlehî ya Iraqê neewqasî baş e û hêzên Hevpeymanan alîkar in ji aliyê asman û peydakirina çek û teqemeniyan û meşiq û rahênanê.”

Telat wiha got: “Em ligel mana hêza Amerîka ne ji ber ku mana wan ji bo alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê ye ji aliyê serbazî ve.”