Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Êzîdiyan kir

Hewlêr-KDP.info- Cejna rojiyê ya Êzî li hemî xwişk û birayên me yên Êzîdî li Kurdistanê û li her devereka cîhanê bin bi germî pîroz dikim, ji bo wan hêviya cejneke xweş û aram dixwazim.

Di vê cejnê da em careke din hemû qurbanî yên Êzîdî bi bîr tînîn û silavan ji bo malbat û kesukarên wan dinêrîn.

Em hemû xwişk û birayên xwe yên Êzîdî piştrast dikin ku em piştevan in ji bo mîsogerkirin û parastina hemû mafên wan, avadankirina war û cihên wan û vegerandina koçberên Êzîdî. Hindî Êzdiyek revandî mabe, em dê li ser hewlên azadkirin û vegerandina wan berdewam bin.

Cejn li hemûya pîroz bê, her sal bi xêr û xweşî.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

17.12.2021