Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Wekîlê Wezareta Derve ya Iraqê pirsa koçkirinê guftûgo kirin

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 08.12.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Nizar Elxeyrulla Wekîlê Pêşketiyê Wezareta Derve ya Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Elxeyrulla piştî beşdarîkirina li civîna aliyên peywendîdarên Yekîtiya Ewrûpa wekî Nûnerê Iraqê ya ji bo pirsa koçberan li Belarûs û Polonya, bi kurtî di derbarê hevdîtin û civînên li ser vê pirsê ya li gel aliyên Ewrûpî xisterû.

Hemahengî û alîkariya Wezareta Derve ya Iraqê li gel welatên Ewrûpa ya ji bo alîkariya koçberan, mijara koç û koçberan û bandora wê ya li ser peywendiyên dîplomasî yên Iraqê, mijareke dinê hevdîtinê bû.