Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 8.12.2021ê li Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şandek serbazî ya ligel wî kir.
Di civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bixêrhatina Serokwezîrê Iraqê û şanda pê re kir, dawî pêşhat û guhartinên Iraqê ji piştî serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran hatin guftûgokirin û tekezî li girîngiya arambûna rewşa Iraqê, geşepêdana rewşa aborî û çareserkirina rîşeyî ya pirsgirêkên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta federalî de mane hate kirin.
Di mijareke din a civînê de, guftûgo derbarê êrîşên vê dawiyê ya teroristên DAIŞê û girîngiya bihêztirkirina hewldan, karîna û hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hate kirin, ji bo bidawîkirina gef û metirsiyên DAIŞê.