Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Helbûsî tekezî li ser girîngiya hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 07.12.2021ê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, dawî pêşhat û guhartinên Iraqê, gefên terorê û êrîşên vê dawiyê yên teroristên DAIŞê hatin gotûbêjkirin û tekezî li girîngiya hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hate kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, guftûgo derbarê hevtêgihîştinên siyasî yên di qonaxa bê de û karkirina bi arasteya arambûna rewşa Iraqê bi riya beşdariya aktîv a her du pêkhateyên Kurd û Sune hate kirin, ji bo dabînkirina aramî û geşepêdana rewşa aborî û jiyana welatiyên Iraqê û çareserkirina rîşeyî ya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser bingeha destûrê.