Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Armanca me ew e Kurdistan bibe navendeke girîng a bazirganiyê

Hewlêr-KDP.info-  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Seroka Encûmena Bazirganiyê ya Brîtanî – Iraqî (IBBC) Baroness Emma û şanda pê re kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Şemiya 27.11.2021 li Hewlêrê pêşwazî li şandeke bazirganî ya Brîtanî bi serokaiya Seroka Encûmena Bazirganiya Brîtanî-Iraqî, Baroness Emma kir.

Di hevdîtinê de, Baroness Emma kurteyek derbarê kar û çalakiyên encûmena xwe pêşkêş kir, bi taybet dawî konferansa xwe ku li bajarê Dubey hat kirin û taybet bû bi pêşxistina pevguhartina bazirganî û weberhênanê di navbera Brîtanya û Iraq û Herêma Kurdistanê de.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê raonahî xiste ser çaksaziyên kabîneya nehem a hikûmetê û karkirina bi arasteya berfirehkirina aborî û jêderên dahatê. Tekez kir jî ku armanca wan ew e, Herêma Kurdistanê bibe navendeke bazirganiyê ya girîng li navçeyê.