Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Konsulê Urdinê tekezî li ser pêşxistina pêwendiyan kirin

Hewlêr-KDP.info-  Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê giştî yê Urdinê li Hewlêrê kir û konsulê giştî yê Urdinê pêzanînên xwe ji bo roal Serok Barzanî ya di xebata gelê Kurdistanê û vejandina Herêma Kurdistanê de nîşan da.

Îro Şemiya 27.11.2021ê li Selahedîn, Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê giştî yê Urdinê li Hewlêrê Fuad El Mecalî û şandeya li gel kir.

Di hevdîtinê de Konsulê giştî yê Urdinê li Hewlêrê pêzanînên xwe ji bor ola Serok Barzanî ya di xebata gele Kurdistanê ya geheştin bi azadî û bidestxistina seqamgirî û vejandina Herêma Kurdistanê anîn ziman. Herwaha qurbanî dana hêzên Pêşmerge ya di şerê terorîstên DAIŞê de bilind pênase kir û spasiya Herêma Kurdistanê kir ji ber singekî fireh ve mêvandariya sedan hezar koçberan kiriye.

Herwaha di hevdîtinê de amaje bi dostayî û peyvendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistan û qraliyeta Urdin û dostayetiya kevin a rêveberiya herdu aliyan hat kirin û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên warên cuda de hate kirin.

Rewşa siyasî ya Iraq û astengiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê jî mijareke din a wê civînê bûn.