Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Balyozê Komara Çek: Em dixwazin pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê berfireh bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşema 25.11.2021ê pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Çek li Iraqê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Balyozê Komara Çekê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest ji bo pêşvebirina pêwendiyên Komara Çek ên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê.

Balyozê Komara Çek bal kişand ser pêwendiya dostane ya navbera Herêma Kurdistanê û Komara Çek û amadebûna welatê xwe ji bo berfirehkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de ragihand, herwiha diyar kir ku amadekarî dikin ji bo şandeke bazirganî ya Çek serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike û derfetên danûstandina bazirganî û veberhênanê gotûbêj bikin.

Girîngiya berdewambûna piştevanîkirina Pêşmerge ji bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê, rewşa Iraqê piştî hilbijartinên parlamentoyê û rewşa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê, çend mijarên din ên hevdîtinê bûn.