Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê pêbend e bi parastin û berevanîkirina li mafên jinan

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta roja cîhanî ya nehîştina tundiyê li dijî jinan peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

“Di roja cîhanî ya nehîştina tundiyê li dijî jinan û destpêkirina kempêna 16 roje ya nehîştina tundiyê li dijî jinan, em pêbendbûna Hikûmeta Kurdistanê bi berdewamiya piştevanîkirina mafên jinan û nehîştine her cure cudahiya regezî û nehîştina tundiyê bi taybet tundiya li dijî jinan dupat dikin.

Hikûmeta Kurdistanê bo dabînkirina zemîneka baş ku jin tê de parastî bin û pêş bikevin, dixebite. Hikûmeta Kurdistanê pêbend e bi parastin û berevanîkirin li mafên jinan û bihêzkirina pêgeha wan li nav hikûmet û civakê û pêşxistina çanda rêgirtina li pîvanên mafên mirov û wekhevî û dadperweriya civakî û nehîştina tundiyê û hemû cudakariyek li ser bingeha regez. Ji ber wê jî ez daxwaz ji hemû aliyên pêwendîdar bi taybet dezgehên perwerdehiyê yên hikûmet û derveyî hikûmetê, saziyên civaka sivîl, saziyên ayînî û dezgehên medyayî dikim ku alîkar û hevkarê hikûmetê bin û rola xwe ya girîng di pêşxistina çanda lêborîn û hişyariya civakî û nehîştina tundiyê û diyardekyên kirtê yên civakî bilîzin ji ber ku rûbirûbûn û nehîştina tundiyê, erka hemû civakê ye û divê em hemû bo nehîştina vê diyardeya xirab kar bikin.

Ez hêvîdar im Herêma Kurdistanê bi alîkariya her kesî bibe mînakeke geş a parastina mafên mirov be bi taybetî jî nehîştina her cure tundiyê nexasim tundiya li dijî jinan û tundiya li ser esasê regez.

Mesûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Kurdistanê

25.11.2021”