Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Yonanîstanê rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Yekşema 21.11.2021ê li gel beşdariya di Diyaloga Mename 2021ê de, ji aliyê din ve ligel Wezîrê Derve yê Yonanîstanê Nikos Dendias civiya.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê ji piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran û pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Yonanîstanê hatin guftûgokirin.

Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derfetên weberhênanê, rûbirûbûna gefên DAIŞê, girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li ser bingeha destûrê û rewşa Sûriyê, çend mijarên din ên hevdîtinê bûn.