Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Polîtbîroya PDKê sersaxî ji malbata Osman Ocalan re xwest

Hewlêr-KDP.info- Polîtbîroya PDKê di peyamekê de sersaxî ji malbata Osman Ocalan re xwest. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Birêz malbata rehmetê Osman Ocalan

Bi dax û xemgîniyeke zêde ve me nûçeya koça dawî ya siyasetmedar û kesayetiya navdar a gelê me (Osman Ocalan) bihîst, ku îro serê sibehê bi nexweşiyê koça dawî kir. Bi vê boneya xemgîn em pirse û sersaxiyê ji we re û ji meriv û malbata wî têkoşerî re dişînin û em şirîkê xem û êşa we ne.

Rehmetî (Osman Ocalan) kesayetiya têkoşer û naskirî ya tevgera rizgarîxwaz a Kurd bû û yek ji wan siyasetmedaran bû ku têkoşîn dikir ji bo mafên rewa yên gelê Kurd û ji bo bidestveanîna wan mafên rewa. Em hêvîdar in ku em hevxema dost û hevalên rehmetî û xelkê Kurdistanê bin û ev yek bibe cihê sebr û aramiyê.

Em ji Xwedayê mezin lavakar in ku hemû aliyekî ji xem û xemgîniyan dûr bixe û canê rehmetî bi behuştê şad bike.

Polîtbîroya PDKê

15.11.2021”