Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Zêdetirî 900 çekdarên PKKê tevlî Pêşmerge bûne

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêza Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ragihand, zêdetirî 900 çekdarên PKKê dev ji wan berdane û tevlî Hêzên Pêşmerge bûne û eger em rê bidin wan dê zêdetir bên û tevlî Pêşmerge bibin ji ber ku bi temamî ji PKK bêhêvî bûne.

Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina çekdarên PKKê bo nava Hêzên Pêşmerge pir zêde bûye. Yên ku tên em navê wan dinivisînin û wan dişînin Herêma Kurdistanê, ku heya niha zêdetirî 900 kesî ji wan hatine û me navê hemûyan nivisandiye.”

Şeşo wiha got: “Me ji aliyê xwe ve wergirtina wan rawestandiye. Bi qeflan dixwazin tevlî Hêzên Pêşmerge bikin, ku ew yek jî ji ber çend fakteran e.”

Qasim Şeşo wiha domand: “PKK niha alîkariya madî nade çekdarên xwe û teidayê li wan dike. PKK bi zorê wan dibe Sûriyê û şer bi wan dike û wan bikuştin dide. Berdewam metirsî li ser çekdarên PKKê heye ku balafir li wan bidin. Lewma naxwazin jiyana xwe bixin ber metirsiyê û dizanin ku çarenivîsa wan ligel PKK nediyar e û bêhêvî bûne. Lewma tên û dibin Pêşmerge.”