Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: PKK navçeyên me dagir kiriye..PKK çima li Şingalê ye? Divê ji Şingalê derkeve

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, “Eger PKK ji sînorên me derkeve dê başiyê li me bike û ji bo Tirkiyê jî hincet namîne” û li ser rewşa Şingalê jî diyar kir, “PKK çima li Şingalê ye? Pêwîst e ji Şingalê derkeve. Grûpên li Şingalê rê nedan rêkeftin bê cîbicîkirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro beşdarî paneleke Foruma MERI bû û behsa rewşa Herêma Kurdistanê û dawîn pêşhatên siyasî yên li navçeyê kir.

Mesrûr Barzanî di wê panelê de wiha got, “Di gelek waran de peywendiyên me li gel Tirkiyê hene, em cîran in. PKK wek penaber nehatiye vir, ew xwe wek alternatîv ji rêveberiya li vir dibînin. Rê nadin xelk biçin navçeyên xwe. Ev di warê emnî û aborî de pirsgirêk e. Heya niha ji ber şerê PKKê 800 gund hatine valakirin. PKKê navçeyên me dagir kiriye û rê li pêşiya xelkê me digire.”

Mesrûr Barzanî wiha got, eger PKK nebûya Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas nedikir û berdêla vê jî xelkê me dide. Divê bê zanîn ka kî ye berpirsyarê vê yekê. Divê PKK hurmetê bigre ji rêveberiya vê herêma ku lê ye û Tirkiye jî êrişên xwe rawestîne. Eger PKK ji Herêma Kurdistanê derkeve dê başiyê li me bike û ji bo Tirkiyê jî hicet namîne.”

Li ser mijara Şingalê jî Mesrûr Barzanî got, “Derbarê Şingalê de rêkeftina me li gel Hikûmeta Iraqê heye. Li gor rêkeftinê divê hemû ew hêzên li wir in ji Şingalê derkevin. Artêşa Iraqê û Pêşmerge li derve û hêzên xwecihî jî li nava bajar asayîşê pêk bînin. Lê grûpên li wê derê nahêlin rêkeftin bê cîbicîkirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, “PKK li Şingalê heye, ji bo ku PKK bikeve wê herêmê ti rêyek nîne, ji Sûriyê derbasî wir dibin. PKK çima li Şingalê ye? Hêzeke ne yasayî li Şingalê rêgiriyê li beşdariya xelkê ya di hilbijartinê de dike û gefan li wan dixwe. Divê ji wir derkevin û rêkeftina Şingalê jî demildest bê cîbickirin.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma amaje bi wê kir ku birîna budceyê ji aliyê Bexdayê ve, nexweşiya Covid-19 û daketina nirxê petrolê, bûn sedem ku xebatên kabîneya hikûmetê hinek bi giranî bimeşin û got, “Min bi armanca pêkanîna çaksaziyan ev kabîne wergirt bo ku em pêş bikevin. Mixabin kêmtir ji çend mehan piştî destbikarbûnê, em rûbirûyî gelek astengiyan bûn. Tevî ku li navçeyê pirsgirêka seqamgiriyê hebû, lê em berdewam bin li ser hewlên xwe yên ji bo çaksaziyan.”

Mesrûr Barzanî diyar kir, “Piraniya pirsgirêkên me vedigerin bo salên 2014 û 2017, wê dema ku hikûmeta federalî mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê birî. Pişka Herêma Kurdistanê hat birîn, di wê demê ku em rûbirûyê DAIŞê dibûn û me nêzikî 2 milyon koçber dihewandin. Lê li gel hebûna hemû pirsgirêkan jî ne ku tenê me karî rizgar bibin, me karî rewşê li Herêma Kurdistanê jî baştir bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew hewl didin çavkaniyên dahatê zêde bikin û rewşa aborî baştir bikin ş bibîr jî xist, “Birîna budceyê Herêm Kudistanê bi astengiyan re rûbirû hişt. Sala 2020, me tenê karî 6 mehan mûçeyê fermanberan bidin. Hikûmeta Iraqê niha bi giştî 3 milyar û 100 milyon dolar deyndara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Li ser projeyên li Herêma Kurdistanê jî Mesrûr Barzanî got, “Ji bo cîbicîkirina projeyên cuda me 8 milyar dolar pêşkêş kirin. Berhemên li Kurdistanê tên berhemanîn bo bajarên din ên Iraqê tên hinardekirin.”

Li ser xebatên nehiştina gendeliyê jî Mesrûr Barzanî got, “Yasayeke me ya bo rûbirûbûna gendeliyê heye, xebata me di çarçova yasayn de berdewam dike. Dosyeyên hinekan li dadgehê ne. Em di vê kabînê de dixwazin çavkaniyên xwe yên xwezayî bikar bînin. Em dixwazin petro kîmya, gaza sirûştî û çavkaniyên din ên bo gelê Kurdistanê girîng, bikar bînin. Şêwazê bikaranîna çavkaniyên me yên xwezayî bi yasayan hatiye diyarkirin.”

Li ser gefa DAIŞê jî Mesrûr Barzanî amaje bi wê kir ku di destê DAIŞê de deverek nemaye lê “metirsiya wê berdewam ew. DAIŞ ji bo Iraq û cîhanê metirsî ye, xilas nebûye, xwe bi rêxistin dike û êrişên xwe berdewam dike. Êrişî Pêşmerge jî kirin.”

Mesrûr Barzanî dibêje, divê welat li ser sedemên serhildana `terorê` rawestin û got, “Bêdadperwerî, hejarî û pirsgirêkên wek wan, DAIŞ ava kir û karîn hinek xelkê bikêşin aliyê xwe. Divê têkoşênali dijî terorê berdewam bike û divê em piştgiriya hev bikin û sedem û encamên terorê ji hole rakin.”

Li ser rewşa herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêm Kurdistanê jî Mesrûr Barzanî got, “Hinek dever hene ku Pêşmerge û hêzên Iraqî lê nînin. Divê ev dever ji aliyê Pêşmerge û hêzên Iraqê ve bên tijîkirin. Hevdîtinên me yên avakirina du lîwayên hevbeş ji bo ku bo van deveran bên şandin, berdewam in.”

Derbarê nakokiyên di navbera Amerîka û Îranê de jî Mesrûr Barzanî got, “Me hertim xwest bi beşek ji seqamgirî û çareseriyê. Eger pirsgirêkek di navbera Îran û Amerîkayê de hebe, divê em xwe ji vê pirsgirêkê dûr bixin. Divê ew jî rêz li serweriya me bigirin. Di navbera Iraq û Amerîkayê de jî hevdîtinên stratejîk birêve çûn, Herêma Kurdistanê jî beşek ji van hevdîtinan bû. Amerîkayê di şerê dijî DAIŞê de alîkariya me kir. Em dixwazin piştevaniya hemû endamên Hevpeymaniya Navdewletî berdewam be.Pêdiviya Iraqê bi alîkariya navdewletî heye.”