Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Divê armanca xwendinê ji bo avedankirin û bihêzkirina welat be

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di merasîma xelatkirina hejmarek xwendekarên serkeftî yên qonaxa 12 a amadehî yên sala 2020 – 2021ê de amade bû û tê de gotarek pêşkêş kir.

Di merasîmê de, piştî rawestandina xuleke bêdeng li ser giyanê pak ê şehîdan, Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Alan Hemeseîd gotarek pêşkêş kir û amaje bi piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo serxistin û pêşxistina proseya perwerdehiyê kir.

Piştre xwendekarekî bi navê xwendekarên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û spasiya piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji xwendekarên Kurd re kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de pîrozbahî li xwendekarên yekem ên pola 12 a amadehî, malbatên xwendekaran û mamosteyan kir û hêvî xwast jî ew xwendekar bi heman awayî li zanîngehê jî serkeftî bin.

Herwiha got: “Hêvîdar im xwendin ne tenê ji bo xwendinê be, divê bi riya xwendinê welatê xwe avedan bikin û zemîneyeke baştir amade bikin, ji bo hûn di pêşerojê de bibin serkirde, rêber û mamosteyên baş ji nifşên bê re.”

Mesrûr Barzanî daxwaz ji xwendekaran kir jî, di vê qonaxê û qonaxên pêş de sê tiştan li ber çavên xwe bigirin û got: “Niştimanperwerî, jiyandostî û jîngehdostî li ber çavên xwe bigirin.”

Di beşeke din gotara xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Mixabin bi sedema Korona û qeyrana darayî, me nekarî wek pêwîst karnameya xwe ya di warê perwerde de cibicî bikin, lê belê di van şert û mercan de proseya xwendinê ranewestiya, ji ber vê jî spasiya Wezîrê Perwerde û tevahiya mamosteyan dikim.”

Destnîşan kir jî: “Em bi girîngîpêdana bi sektora perwerde û xwendinê de berdewam dibin. Îro pêşeroja welatê me nîşan dide. Em berdewam dibin bi nûjenkirin dibistanan û projeyên rahênankirina mamosteyan.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê careke din amaje bi metirsiyên Koronayê kir û got ku metirsiyên vê vîrûsê hîn bi dawî nebûne û daxwaz ji welatiyan kir xwe vaksîn bikin, maskan bi kar bînin û xwe biparêzin.