Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK: Li hemberî hizra inkara mafên Kurdistanê pêwîstiya me bi yekrêziyê heye

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 19.10.2021ê piştî civîna şandeya bilind a PDKê û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê berdevkên herdu aliyan kongreyeke rojnamevanê lidar xistin û derbarê naveroka civînê de daxuyanî dan.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragehand: “Me duh jî serdana partiyên din kir û me got, armanca wan serdanên me yên ji bo partiyan, nûkirina peywendiya ne û ew yek nayê wê watyê ku peyvendiyên me qutbûne. Lê tekez kirine ku em wan peywendiyan baş dibînin û em dixwazin berdewam bikin û tund û şidyayîtir bikin. Bi wî awayî jî li hember metirsiyan rawestin.”

Berdevkê PDKê got: “Rewşa niha ya Iraqê de tiştekî waha heye ku hin caran hizrek heye li Iraqê desthilatiyê dike, baweriya wan bi mafên netewî û niştimanî yên Kurdistanê tine û ji bo li hember wê hizrê em bikarin tekoşînê bikin, pêwîstiya me bi yekrêzî û yekxistina navmala Kurdî heye.”

Derbarê bernameya PDKê ya ji bo guftûgo li gel aliyan jî Mehmûd Mihemed diyar kir, heta niha ti bernameyek pêşkeşî ti aliyekî nekirine û ragehand: “Em dê lijneyekî ava bikin û piştre pêşkeşî aliyan bikin.”