Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Xelkê Şingalê peyamek dan PKK û hêzên din

Şingal-KDP.info- Berpirsê Beşê Hilbijartinan ê PDKê li Şingalê Seydo Çeto ragihand, ji hersê kursiyên devera Şingalê PDK kariye hersî kursiyan bidest bîne û ev yek peyamek e ku PDK û Şingal ji hemû pilanên dijminan mezintir in.

Seydo Çeto ji malpera KDP.info re got: “Xelkê Şingalê baş dizanin ku PDK û Serok Barzanî di xema wan de ne û me dît çawa PDK hersê kursiyên Şingalê bidest anî, ji ber ku PDK bi rastî ligel xelkê Şingalê ye û muzayedeyê li ser xelkê Şingalê nake.”

Çeto wiha got: “Ev çendîn sal e ku ev hêzên çekdarî li Şingalê ne lê hemûyan nikarîn yek kursî bidest bînin, tevî ku PDK ne li wir e û xelk di bin deselata wan hêzan de ye, lê PDK li Şingal û li nava kampan jî bû yekem.”

Seydo Çeto wiha domand: “Xelkê Şingalê peyamek dan PKK û Heşda Şeibî û aliyên din ên Şingalê ku Şinga ne cihê wan e û yê ku dikare xizmeta Şingalê bike her PDK û Serok Barzanî ye.”